Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

342. nû hatin,kevn xelat in..li serê bifikirin..



22.03.2023 00:54 | cecoyê rewşen

343. Qam qama mêşê, deng dengê gamêşê



08.04.2023 02:51 | xabûrî

344. (bnr: ku meriv masî bigire delingê meriva şil dibe)
Wate: mirov ku karekî bike, hewceye her tişti bide ber çavê xwe.



08.04.2023 18:50 | pêşewa

345. (bnr: dinya ji meriva re bibe kes, meriv nabêje bes)

Wate: çiqas nasên mirova hebe hew qas jî meriva re xweş tê û hêz dike zêdetir nas çêbin.



27.04.2023 11:32 | pêşewa

346. (bnr: guyê hişk bi yekî re nazeliqê)
Bêbextiyên vala bê bingeh serê mirov naêşînê, hêjakêm nake.



27.04.2023 16:53 ~16:56 | burak derdilî

347. (bnr: malê axê diçe canê xulam pê zer dibe)



05.05.2023 23:27 | pêşewa

348. (bnr: golikekî vijoker garanekî bi xwe re diherimêne)
Nebin golikê vijoker û me jî bi xwe re neherimênin!!!



19.06.2023 16:13 | burak derdilî

349. Mala pir jin, Xira bû ji bin..
(ev gotin pirjinîyê şermezar dike..)



16.08.2023 23:53 ~2023.08.17 16:40 | horhorik

350. gotinên pêşiyan/142733
Temam gotin xweş e lê pirjinî û nêrîna feodal çi alaqa?



17.08.2023 13:12 | xabûrî

351. Min li derekê xwendibû û di deftera xwe de nivîsandibûm. Wusa bû û rast e alaqa feodal bi pê re nîne. Min jî niha ferq kır.



17.08.2023 16:40 ~16:41 | horhorik

352. Qotê mezin gewrî qelêş e.
Qot: lokma



22.09.2023 12:06 | cezmîkurd

353. "Das li ku tirr li ku!?"
Di rewşên ku tiştekî bê minasib bê kirin û gotin da tê gotin.



22.09.2023 22:30 | xweperest

354. Ker çi zane zehferan çi ye



01.11.2023 10:13 | cezmîkurd

355. (bnr: Çiqas pir dibin hewqas bê sir dibin)



01.11.2023 23:36 | shorbevan


357. Le qatir pirsîn kî bawgide? Wet esp xalûme.
- Gotinên pêşiyên kurdên feylî

Yanê ku "Ji qantirê pirsîn: Bavê te kî ye? Got: Hesp xalê min e."



07.03.2024 15:32 | cinorek

358. ji ber ku di zimanê me de têra xwe hene, hejmara wan zêde zêde ye, îcar li ser dewlemendiya wan ev yek tê gotin: pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine



08.03.2024 01:49 | mirovekirind

359. Sal bi sal xwezî li par (Ro bi ro, xwezî li do)
-Ji bo tiştên çiqas diçe xerab dibe re tê gotin.




dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên xav li ber tavê napijin
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî