Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
rojnivîska tirşikvanan

rojnivîska tirşikvanan

66. Dîsa rêwîtî û xeyalên xemilî yên cur bi cur..

Ez jî nizanim çima tim rêwîtî û xeyal dibine para min.. Lê ne xem e. Em di sinorên panosê derketin. nîzikê erdîşê ne.



Dîsa Çiyayê Sîpan û behrewan rêwîtîya min û efsûnê xeyalên min re şahidtîyê dikin.

Çiyayê sîpan Serê xwe bi berfê xemilandiyê û du heb ewrên biçûk xwe li ser danîn e.



Heheyy sîpanêê ey bûka gelê min a por hene

dîsa jî nizanim çend evîndarê te hene..

mêrg û zozanên bê daristan,

gelî û banîyên ku zikê xwe de gundan dihewînin jî bi min re şahidtîyê dikin niha..

ey gelî û banî ey mêrg û zozan û gelîyên zîlayê bê deng!

Ca deng bidine dengê min!

kurdîstan warê şêra bû kete destê kundên kor..

hê jî dilê min pey evîn û evîniyê ye.. Ez çi bikim lawiko evînî pîroz e, kirasekî bi agir e.

ma îhsan nûrî jî evîndar nebû?

Lê Belêê Behra wanê dibe jî ku nebû şahidê evîna wî, lê glî dax serê xwe neçimand li ber evîna wî?

Ma hozan jî nabêje agirê dilê min dudu ne yek tu yî yek kurdîstana rengîn e.



Min serê xwe bilind kir û em erdîşê ne. Lewheyeke hîşîn, li ser da bi tîpên tirkîtî ! :

"erciş nüfus:.."



Ka guhdanka min! Ji min re bi dengê delil dilanar şerê tarxan vekin!

Rizgan û nûrê derbas be şerê tarxan veke!

Ez dizanim dengê guhdanka min dengê radyoya otobêsê nikare lê ew jî ne xem e.

Min Bi kelecaniyekî Stran vekir.

bilûrê ra tirsehêzî diherike pihhee!



(De lo lo lo hoo lo lo ..!

Ax lo lo lo..!

Tu kela mêran i.

Lê lê dayê! Wax lê dayê rebenê ka rabe binihêre şerê hanê şerê tarxan e. Keko tu ka rabe mêze bike ew dewa hanê dawa tarxan e.

..lawo xwedê dizane qetla te mîna qetla du mirîşkan e.

..çi bikim îro pêşiya te koçê qeleniyê ye koxa celalîyan e lo lo lo lo..

Bê lo lo lo..

Wey lo lo..

Ax lo lo.. Tu kela mêran î

..lê dayê rebenê rabe sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

Lê keko tu rabe mêze bike sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

.. Lê eskerê şahê ecem giran e 12 hezar e. li ser milê me herdu birayan da hatî par e.

Ez ditirsim eskerê şahê ecem eskerekî zor î zexm û giran e.

Eskerê birayê te vê sibêkê pê nikare ax.

De birano lêxin eskerê şahê ecem derbas bikin. Li sinorê ebaşikeftê baciyê ava elegezê.. Destê kekê cewzo da kare kare hoo lo lo..)

..

Dîsa û dîsa û dîsa ..





Min ev strana çend cara dubare kir nizanim. Lê min dêna xwe dayê em li arnêsê jî derbas bûn. Lezeke din ew cîhê ku min xwe re kifş kirîye bo ku ez avahîyekî lê çê bikim min mêze kir. Hê kesekî dest nedayê de baş e. Li ser wî zinarî erdbej jî çê bibe nikare avahîya min bihirşîne. Ew rojê werin!



Hey gidî kurdîstan! Gelo tu heta niha çend evîn û evîndarî ra bûyî stargeh û wargeh?

Geh li sîpan geh behrewan geh li artos..



Saet bûye 07:00

Niha daxwaza min tenê ewe ku ev rêwîtîya min neqede. Lê ez dizanim mîna her tişta xweş eva yê jî biqede. Ez dizanim bextewarî kêm dikişîne.

Lê ezê dîsa werim! Ezê di kela mêran warê şêran bextewarîyekî saz bikim.

Ezê werim!



Bûka gelê min sîpan, piştî demeke kurt dîsa xwe xuya kir. Bi rêzê da behrewan, doravek û sîpan hev dixemilînin.

Di guhê min de lo lo lo lo ya delîl. Wey delîlo tu her hebî camêro!



Saet 07:40 balafirgeh! Xatîyekê satileke mezin tijî penêrê wanê kirîye yê bihere stenbol mistenbola. Can qurbanê wê xaltîkê jî..





Vê demê xwatirê te cîh û warê şêr û mêran, sîyabend û xecê!

Ev xwatirxwastina jî weka, xwatir xwastina 9ê vê mehê giran e!



Ezê werim!

Ezê werim.



22.06.2016 08:19 ~17:27 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîska tirşikvanan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî