52. mijara ku ji alîyê admîn ve hatîye vekirin û ne li gorî formata tirşikê ye. |
|
11.03.2014 19:49 |
nazim tolhildan
|
53. mijara ku yek ji mijarên taybet yên derî formatê ye (min vê jî niha ji ber xwe avêt *). ji bo mînakek din; |
|
11.03.2014 20:05 |
simurg56
|
54. ez teknîkerê tendurîstiyê me û min kpss qezenç kir ez ê heta meheke paşê herim dest bi kar bikim lê min stenbol qezenç kir bi xwedê min hê di xewna xwe de jî stenbolê nedîtiye ez nizanim çi bikim ji ameda rengîn ber bi dojeha mirovan wê çawa bibe nizanim.. şeytan dibêje neçe lê bêrika min jî dibêje gûyê ji serê xwe mezintir nexwe û biteqize... |
|
12.03.2014 23:23 |
ferhenga şikestî
|
55. min ti carî ji helbesta cegerxwîn hez nekiriye. full stop. |
|
13.03.2014 23:16 |
cercîs rewanî
|
56. deh malên min hebin, ez odeyekê jî nadime kejê bêmal. |
|
13.03.2014 23:24 |
cercîs rewanî
|
57. kîsikê mejiyê min ji xwendekarên qedexeparêz diçe! |
|
16.03.2014 02:21 |
zero
|
58. dilê min ji kurdÎtiyê dixele.. |
|
16.03.2014 02:40 |
endazer
|
59. ez xiyalperestekî me. heta wê rewşê min ew çendî pêşve çûye ku, carinan, qasê çend çirkan, ji bîr dikim ku tiştên ez difikirim û diaxifim, xiyal in. |
|
16.03.2014 13:03 |
ervah.azad
|
60. di dilê min de çoleke virt û vala heye.. |
|
16.03.2014 22:05 |
endazer
|
61. her car wek îtîraf tijji tiştan dinivîsim lê dû re reş dikim.. |
|
16.03.2014 22:27 |
gulgenim
|
62. ez gava ji kurdiya xwe sar dibim, dikevim youtubê û stran û klîbên hozan serhad temaşe dikim. dengê wî hêzeke bêhempa dide min hetta dikarim bibêjim ku wek bandora afyonê li ser min pêk tê |
|
16.03.2014 23:37 |
ferhenga şikestî
|
63. dema ku bi tena serê xwe dimînim bi dizî li strana dombrayê guhdar dikim. * |
|
16.03.2014 23:45 |
oxir
|
64. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!! |
|
19.03.2014 23:53 |
ferhenga şikestî
|
65. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. .. |
|
22.03.2014 21:38 |
ferhenga şikestî
|
66. min di eksisozlukÊ de deh entry nivîsand û piştî wê hew du-sê caran tenê ketimê. rojekê hevalÊ min ji min pirsî, got "ka tu bû nivîskar?" min jî li eksisozlukê nerî û ez bÛbûm nivîskar. lê piştî demekê ez jî adiz bÛm û min nenivîsand. hevalê min got ka şîfreya xwe bide min, ezê binivîsim. min jî da wî. nêvî bêtir entry yÊn wî ne. piştî min şîfre guhert û neda wî, min dest bi jê birina entry'yên wî kirin lê naqedin mîratmayon. * * |
|
25.03.2014 01:30 |
mergehez
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |