206. Îro dîsa wekî her tim li kargeha me bûm. Berêvarî zilamek temenê wî dora çilî wan hate dikanê. Di destê wî de sobeyek hebû. Min dî kete kargehê û silav kir. Ez jî li dikanê bi tirkî naaxivim lê bi kurdiya resen jî naaxivim. Lewra kesek fêm nake. Loma jî ji neçarî tirkmancî, kurdî heya carna erebî li nav hev dixim. Vêca dema ev camêr jî hat min bi tirkmancî diaxivî. Lê ez çi bibînim, ev camêr bi kurdiya resen diaxive, heya ku dema bi tirkmancî diaxivim ew bi awayekî nerm min rast dike. Min jê pirsî " gelo têkiliya te bi partiyê(hdp-pkk) heye?" Wî jî go " belê carcaran beşdar dibim" min go " axaftina te dirust e" min dî go " belê, kurdiya min temam e" |
|
07.12.2020 20:03 |
tîrêj zana 21
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |