Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

762. daxwaza sansurê protesto dikim. ferheng divê azad bimîne.



03.05.2020 01:15 | de facto hozan

763. kî kani li ser ferhenga tirşikê alîkarya min bike ?
çawa tê bikar anîn ?



03.05.2020 04:16 | shwinsherm

764. shwinsherm, ji bo bikaranîna tirşikê;




03.05.2020 04:49 ~04:51 | merwano

765. tirşik forûm/121779
daxwaza vî hevalî di cih de ye. dema min xwe li tirşkê qeyd kiribû, nicka min tenê hayao miyazaki bû ew jî pirsgirêkek derdixist li bin mijarê. peyamên derheqê min û wî derhênerî tevlihev dibûn. berî niha tirşikvanekî nû xwe qeyd kiriye ser navê roverandom ku ev di heman demê de navê çîrokekê j. r. r. tolkien e.

nizanim sepandinên ferhengên din çawa ye, lê belê bi min jev cuda bûya wê xweş baya. hema nebû dema qeydkirinê de pêkan e, hişyariyeke derheqê vê meselê de bê dayîn da ku endamên nû haydar bin.



03.05.2020 11:24 ~11:26 | biruya hayao miyazaki

766. bi min projeyên kreatîf dê bêhtir rê li ber belavbûna tirşikê vekin û bala mirovên berhemdar bikişînin.

*wek mînak heftane di spotify û youtubeê de lîsteyên taybet ên derheqê kurdan de werin çêkirin û di ser hesabên wek twitter, instagram, facebook û hwd de belav bikin, çawa ye?

lîsteya qewmê pezkoviyan ji bo destpêkê nebaş e ma?



03.05.2020 17:20 ~18:04 | ezcan

767. tirşik forûm/121779 mijara ku wek tirşikvanê jor jî behs kirî divê bê zelal kirin. silav moderatorno!



04.05.2020 21:57 ~21:57 | de facto hozan

768. tirşik forûm/121779
@de facto hozan, ji bo niha nîyetek me yê wisa tune. ji ber ku vê gavê problemek wisa ne berbiçav e. dema mirov mijaran wisa veke, ji alîyê dîtbarîyê ve xweşik xuya nake.



05.05.2020 20:17 | simurg56

769. @simurg56 spas diikim ji bo bersivê. ez dibêm ew problemeke lê hûn dizanin, min ya xwe got jixwe^^



05.05.2020 21:03 | de facto hozan

770. Mijara horse power min weke hêza hespî vekiribû. Lê moderatoran nivîsa min li binê mijara hespxurtanî ve zeliqandine. Ji kerema xwe vê şaşitiyê bila moderatorek çareser bike lewra têgehek bi navê hespxurtanî di lîteratûrê de tuneye. Li gor ferhenga termên fîzîkî ya tmmob ê. Navê wê hêza hespî ye. Meraq nekin ez yeko yeko nivîsên xwe yê berê jî kontrol dikim*



14.05.2020 01:56 | tîrêj zana 21

771. @tîrêj zana 21,
Li gorî ferhengan kurdîya peyvê wek hespxurtanî ye û li gorî min jixwe bêtir lê tê;
Here lînkê
Here lînkê



14.05.2020 02:48 ~02:49 | simurg56

772. @simurg56,
Peyva horsepower ji ber ku têgehek fîzîkî ye em nikarin li gor ferhengên giştî ya peyva tevbigerin. Belê ji bo têgehên taybet ferhengên taybet tên amade kirin. Ji bo têgehên fîzîkî jî 17 fîzîkzan û endezyarên ji her çar perçê kurdistanê hatine cem hev û ferheng ava kirine. Di ferhengê de jî bo vê têgehê jî peyva hêza hespî mûnasîp dîtine. Aha ev jî ferhenge wan e. Here lînkê. Ha ev jî heye me çi hemû pirsgirêkên din ava kir îja ma ev, heke nebe jî dê dinya xera nebe*
Ha heya di bîra min de ye mijara rêbera rastnivîsê ya tirşikê jî binehêrin

Guhertin: rastkirina peyva



14.05.2020 03:21 ~03:25 | tîrêj zana 21

773. @tîrêj, wek daxwaza te hat sererastkirin.



14.05.2020 22:09 | simurg56

774. Simurg56,
Te bi awayekî wiha gote ku îja ez li ber ketim. Mala te ava be!



14.05.2020 22:43 | tîrêj zana 21

775. (bnr: nifirên kurdî)
Û
(bnr: nifirên me)

Divê ev herdu mijar bi hev re werin girêdan...



14.05.2020 22:57 | bûtîmar

776. @hozan serhad, çêbû.



15.05.2020 19:09 | simurg56

777. Min li ferhenga tu navek nedît ji vê mîratê re û navek taybet û kurt tunêye gelo ji vê bêxwedîkê re? Hevalek min hatiye dipirse kurdiya "kas gevşetici" çiye gelo? Ajteree roja zimanê kurdî ev jî pirse diya min ahahaha yê ku pê zanin bila agahîyekî bide xêra pîrika xwe*



15.05.2020 20:28 | rizgarm

778. @simurg, spas...

û @rizgarm, ez bûma min ê ji ber xwe bigota dermanê rehetkirina zewlekan. Lê di zanistiyê da miheqeq navekî wî heye.
divê em ji nivîskarên doktor bipirsin.



15.05.2020 20:37 | bûtîmar

779. divê binê peyvê xelet bêne xêz kirin bi rengek balkêş mîna sor .
da ku kurdî bêhtir di cîh de bê .

yaw temam binê peyvê sor bû em ê çawa a rast fêr bibin?

divê çemberek ji bo ferhengê bê çêkirin gava te tikand ferhengek çûçik vebe û merov peyva xwe lê bigere hem entry ew ê kurdî bin hem jî em ê entrya bi vî hawî fêm bikin .

erê kani ferhenga tirşikê kêm be lê moderator kanin arşîva wk ferhengê ji wan bistînin .

mînak di vê sepanê de heye Here lînkê

@simurg56

erê ev sepana chatê ye lê ferhenga pratîk pêdivîyek e jixwe me kesî zanqoyê bi kurdî neqadandî ye .



16.05.2020 02:15 ~02:16 | shwinsherm

780. ji ber wê peyamê mihemed pêxember/119997 tirşikvanê @mirovekirind pir aciz e û ew mehekê zêdetir e çend dibînim derbarê wê peyamê car sansûrê dixwaze, car moderatoran carna jî wî nivîskarî rexne dike. ya ez meraq dikim ew e ku ka tirşikvan çi difikirin?
Gelo gotina şîzofren dijûn e an wek nexweşiyek tenduristî ye? di wê cîhanê de 6milyaran zêdetir insan wî wek pêxember na pejirînin û çi jî pê nadin gelo divê serê wan bê jêkirin an jî zimanê wan bê birîn, wê çawa be?
bi ya min kî çi dibêje bila bêje (ji bilî dijûnan tabî). ev der ji bilî kurdî û kurdistaniyê divê nebe cihê mîsyoneratiya olan, partiyan an tiştek din. ku tiştek hebe mijara xwe veke/peyama xwe binivîse zêdetir ne baş e. wekî din jî hûn bi kêfa xwe ne*



17.05.2020 19:46 | de facto hozan

781. Bi ya min divê mirovekrind biçe û peyamek taybet bo jêbirin/serrast kirina wî peyamê bişîne.Ji bo ku ev peyam wî diêşîne û bibêje "xêra xwe dikarî vî peyama xwe jêbibî/serrast bikî"
Divê Hespêsor jî bizanibe ku ev kes pirr pê êşiyaye û here jê re bibêje "bira baş e ez jê bibim lêborîn dixwazim heke ku ev te êşandibe."
Bi ya min daxwaz kirina jêbirina vî peyamê ne xwepiçûkkirin e.Lê divê hespêsor jî vî wek piçûkkirin nebîne û lêborîna xwe bike.
Herdu jî dikarin bi du alî lêborîn ji hev bixwazin û li hev werin.Anku wek du gundiyan jihev bixeyidin û hevdu tawanbar bikin.



17.05.2020 19:54 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî