Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

1102. Silav, pîştî daxwaza tirşikvaneke pirseke min heye.
Li gorî we alfabeya soranî an alfabeya aramî dirust e?
An jî bi gelemperî kîjan tê bi kar anîn.



04.09.2021 00:12 | merwano

1103. silav û rêz , li ser vî mijarê dixwazim tiştekî bêjim li her derî dema alfabeyek der tê ya zimanekî an tiştekî navê vî alfabeyê heye û li gorî navê alfabeyê tê bikar anîn îjar dema alfabeya kurdî ya latînî derhat mîr Celadet Alî Bedirxan navê alfabeyê kir (hawar) an ku em dikarin Latînî jî bikar bînin jiber hawar cureke ji latînî dema aramî jî çêbûye bo hemû zaravayên kurdî hatiye bikar anîn ne tenê kurmanciya jêrîn(soranî ) aramî bo Kelhûrî zazakî kurmancî jorîn û Jêrîn Hewramî hemû bi aramî hatine çap kirin di rojnameyên de an her tiştî wate soranî ne cureke ji alfabeyê lewma dibe aramî bête bikar anîn.



04.09.2021 00:35 ~00:38 | hewlêriha

1104. Sipas @Hewlêriha. Mijara alfabeya soranî, wek alfabeya aramî hat guhartin...



04.09.2021 00:45 ~00:52 | merwano

1105. spas bo te jî bêgûman kaka giyan merwano sehet xweş.



04.09.2021 01:05 | hewlêriha

1106. alfabeya aramî tiştekî din e û ya soranî tiştekî din e çawa wisa dibe? :D hingê mijareka din bi navê alfabeya soranî vekin û peyamên min ên li bin wê mijarê bar bikin wir.



04.09.2021 10:44 | keyomerd

1107. Alfabeya aramî û ya soranî çawa ji hev cuda ye ? "Alfabeya soranî" tiştek wiha tune ye. Bêgûman bibin ku hûn yek Başûrî re bêjîn alfabeya soranî, ew ê bêjin ew çi ye :d bi giştî navê Alfabeyê aramî ye.



04.09.2021 12:25 ~12:30 | navîgiranmezelîwêran

1108. hela li googleê alfabeya aramî binivîse bê çi derdikeve



04.09.2021 16:29 | keyomerd

1109. Hûn dikarin li vê nivîsê çav bigerînin :

Here lînkê

Divê fêm bikin "alfabeya soranî" kes wa binav nake .



04.09.2021 17:31 ~17:38 | navîgiranmezelîwêran

1110. Xwedê ji te razî, heval @keyomerd ma gava jixwe yek li ser googlê tiştekî vedikole carnan peyvên têkîlî jî, ji dêlva peyva rêsên bikar tîne, ji ber vê dijbêja te yî "her ji googlê bipirse" argûmentek pûç e û nikari tu pişta xwe pê qewîn bike..
Pê re ez ne yekî zane me lê gava min çavê xwe çavkanîyan gerand ez dikarim bêjim wek @navîgiranmezelîweran e. Jixwe heval @Hewlerriha yek ji kesên Başûr e, heta ev camêr dibêje mijar divê bê gûhertin ku li vê çaxê şitexalîyên dij li vir dişike...



04.09.2021 19:43 ~19:45 | pîroz

1111. yaw ev çi hiş e:d wê demê ji bo alfabeya kurmancî jî em bibêjin alfabeya latînî :d
alfabeya aramî di nav xwe de gelek zimanan dihewîne lê ya soranî tenê aîdê soranî ye anku li gorî soranî li gor merc û hewcebûnên soranî hatiye çêkirin. Heke em bibêjin aramî divê em ne bi taybetî soranî bifikirin divê em hemû zimanên ku di nivîsê de alfabeya aramî bikar tînin bifikirin. ev her du tişt ji hev cuda wekî vê jî hûn dikarin bifikirin.

hemû alfabeyên dinyayê
bin klasor + alfabeya aramî
(bin klasora mijara alfabeya aramî) - alfabeya soranî



04.09.2021 20:27 ~21:09 | pênûsa westiyayî

1112. silav yên ku dibêjin alfabeya soranî pirsekî min ji we re heye hûn dikarin bibersivînin ? niha ez li başûrê me gelo hûn dizanin li vira tenê soranî bi aramî nayê nivîsandin her zaraveyek wek kurmancî ye kelhûrî ye wekindin e hene hemû wa bikar tînin gelo çawa navê wî bûye soranî dibe ku ew tişte tenê nerîn be lê nabe rastî û alfabeya ku li vir tê bikar anîn li gel ya farisî jî heman e gelo farisî jî soranî ye? pirsa min ew bû * û dema alfabê derketiye navê wî jî wa derketiye em nexwazin jî nikarin nav biguherînin .



04.09.2021 23:27 | hewlêriha

1113. ew mijare min bixwe vekir û min ji bo soraniyê vekir peyamên li bin wê jî ji bo soraniyê hatin nivîsîn. eger ji bo kelhûriyê bûya min ê ۊ jî tev lê bikiraya eger ji bo kurmanciyê bûya min ê ڵ ji nav derxistaya lê na çûnku min ji bo soraniyê vekir. û eger we bigotaya alfabeya erebî jî min ê piçekî fam bikiraya lê alfabeya aramî tiştekî din e. madem wun lê nanerin va ji we re dênim Here lînkê. lê binerin bê tîp dişibin yên soranî yan na.



05.09.2021 00:14 | keyomerd

1114. Li gorî min jî têgeha alfabeya Soranî ne rast e. Eger em wisa bêjin em dikarin bêjin alfabeya Kurmancî, alfabeya zazakî, alfabeya lorî û hwd. alfabeya aramî çêtir û rasttir xuya dike.



05.09.2021 00:17 | xabûrî

1115. herweha li wîkîpediyaya soranî binerin Here lînkê. dibêje elfubêy erebiy zimanî kurdî ke zortir be soranî nasraw e.



05.09.2021 00:21 | keyomerd

1116. @xabûrî jixwe divê wisa be. her zaraveyê dengên cuda hene û lew jî nikarin heman alfabeyê bi kar bînin (yanî sedî sed heman). va wîkîpediyaya zazakî jî alfabeyeka din bi kar tîne ji xwe re Here lînkê



05.09.2021 00:40 ~00:41 | keyomerd

1117. @keyomerd bi min divê ne wisa be. Alfabe tiştekî cuda ye, li gorî devok û zaravayan divê neguhere. Û ez tevlî fikra te ya her zaravayê dengên cuda hene jî nabim. Devokên herêmî ne di nav de min heta neka dengeke Soranî ku di Kurmancî de tune, dengeke Kurmancî ku di kirmanckî de tune nedîtiye, nayê bîra min. Bi bandora zimanên derdorê dengên cuda ketibin nava ziman ew cuda ye û ji xwe ew dengan ji dengên ziman nayên hesibandin. Meseleya zazakî jî ne deng in, tîp in. Tîpên zimanê tirkî bikar tînin û meseleya wan sîyasî ye mixabin.



05.09.2021 07:49 | xabûrî

1118. @xabûrî di soranî û kurdiya başûrî de ڵ (ł) heye, di zazakî û kurmanciyê de tune ye. di kurdiya başûrî de ň û ü hene, di yên din tune ne. di goraniyê de ∂ heye, di yên de tune ye. di kurmancî û zazakiyê de tîpên cêwî hene, di yên din de tune ne. di kurdiya başûrî de ê û o tune ne, di yên din de hene. xuya ye tiştên ez dinivîsim ez bêhûde dinivîsim kes naxwîne.



05.09.2021 09:53 | keyomerd

1119. @keyomerd ohoo tu wisa binerî di Kurmanciya gundê me de ö jî heye îja em bêjin di Kurmanciya bakur de ö Heye nabe. Divê em bi nêrîneke berfirehtir binêrin.

Em werin meseleya tiştên tu dinivîsî. Em neka yekê ji wan niqaş dikin xudê ji te razî. Dengek di herêmekê de hebe tu nikarî bêjî di wî zaravayî de heye. Dibe ku ew dengên Tirkî bi bandora tirkî ketibe zimanê me, û îhtîmalek mezin jî wisa ye. Em dibêjin ne rast e tu dibêjî hûn naxwînin...



05.09.2021 13:31 | xabûrî

1120. kê gotiye ewanê min gotin herêmî ne yan jî devokî ne? di temamiya zaravayê de hene. yanî bo nimûne wê ł-yê hemû soran bi kar tînin ne çend gundên soran. û turkî ji ku derket piraniya wan dengan ne di turkî ne farsî ne erebiyê de hene.



05.09.2021 13:36 ~13:48 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvana ku kişandina tînerê çawa ye rave kiriye
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî