Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

1122. Tirkî ji vira derket, te tîpa ü nivîsandiye. Dibe ku di hinek Zimanên din jî hebe nizanim. Lê ji ber ku tirk nêzîkî me ne îhtîmalek mezin ji wan derbas bûye. Te lêkolîneke çewa kiriye gelo tu dibêjî di Kurdiya başûr gişî de ü Heye? Meraq dikim ,tu bibersivînî ez dê kêfxweş bibim. Tenê ji bo tîpa ü dibêjim.



05.09.2021 18:34 ~18:36 | xabûrî

1123. Dilreş vegerîya....



05.09.2021 19:26 | dilreş

1124. xemakê vegerîya….



05.09.2021 19:47 | xemakê

1125. xelîl ji xwe li vir bû...



05.09.2021 19:49 | xelîl

1126. (bnr: eferîm ji we re)



05.09.2021 19:50 | heval.js

1127. (bnr: mala xwedê ava mijar hat gûhertin.)



05.09.2021 20:28 | pîroz

1128. ma hûn karê reşşikê hinek mezin nakin?



09.09.2021 22:39 | heval.js

1129. Çawa ?



10.09.2021 01:41 | bûtîmar

1130. yanî min re reşşik danîn, bûye lîstika hinek hevalan.



10.09.2021 01:51 | heval.js

1131. Di navbera kî û kê de çi cudahî hene?
Ma wekî jin û mêr tên bikaranîn an jî ew gotinan bi tenê devokî ye?



13.09.2021 20:04 | dilreş

1132. têkilîya wê bi devok û zayendî re tuneye, tenê bi tewangê re heye



13.09.2021 20:52 | tirş û tahl im, brîndar im

1133. ez ser rêzimana kurdî bi awayekî zanistî nizanibim jî wek bikarhênerek dikarim bêjim pirsa kê ji lêkerên gerguhêz ( geçişli fiiler) re tê pirsîn di dema borî de. Bo mînak : min te bir bajêr. Birin lêkereke gerguhêz e bo wî pirsa kê divê bikî lê ger lêker ne gerguhêz be bo mînak : ez hatim bajêr. Hatin ne lêkerek gerguhêz e bo wî divê pirsa kî bikî . Ev cudahî ya kê û kî li kurmancî de heye lê li soranî de tune ye , dimilî de jî heye yan tune ye nizanim *



13.09.2021 23:21 ~23:22 | navîgiranmezelîwêran

1134. bersiv bo tirşikvan dilreş:

ti têkilîya kî û kê bi nêr û mê bûnê, ango bi zayendan tuneye; herdu jî karin ji bo herdu zayendan werin gotin. Ji xwe ew cînavkên pirsê yên kesan in, ji bo kesan tên bikaranîn. Kes nayên naskirin, ji lew re bi cînavkeke pirsê lêpirsîn çêdibe.

kê rewşa tewandî ya kî ye. Çawa ku min/te/wî/wê/me/we/wan rewşa tewandî ya ez/tu/ew/em/hûn/ew e, her wiha kê jî rewşa tewandî ya kî ye. Heta ku ev têkilî neyê dîtin, ev mijar nayê zelalkirin. mînak:

Dengê Dîlberê pir xweş e. Dengê pir xweş e. Dengê pir xweş e?

Binêr û Dîlberê li wir tewandî ne, ji lew re divê cînavka pirsê tewandî be, ango ne kî, lê kê were gotin. Çawa ku meriv nikare bi mebesta Dîlberê (wê) bibêje ew, her wisa meriv nikare di pirsê de jî bibêje . Meriv kare bibêje, lê ji hêla rêzimanê ve çewt û nexweş e.

mînaka dawî:

Kê kî kuşt?
Wê ew kuşt.

çavkanî: Here lînkê

(bnr: bikaranîna kî û kê)



14.09.2021 00:02 ~00:06 | asîmanê sêwî

1135. Gelek spas ji bo te min ronî kir



14.09.2021 12:29 | dilreş

1136. ez wisa dibînim ku küçüğüm nava du roja da du reşşik daye min *
tu her çiqas piçûk bî jî ez te baş dibînim küçüğümm.
min ew berçevkana badilhewa nedane li ber çevên xwe *



19.09.2021 21:59 ~21:59 | bûtîmar

1137. hevalno gelo ekşivanekî dikare behsa aqilmendê bike?



23.09.2021 09:40 | heval.js

1138. hevalno side effect bi kurdî çi ye?



28.09.2021 19:57 | keyomerd

1139. @keyoçerd kurdîya dide effect dibe karîgera rexekî.
Çavkanî:WQ ferheng



28.09.2021 20:04 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik îlan
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî