Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(410) (68) (124)
di mijarê de bigere

1046. tirşik forûm/134132,

ew dem bayekî te dicirifîne
netirse ew ba min şand ku te biramusîne


Ger tirkiya vê hevokê nehata nivîsîn, minê fêm nekira tê çi wateyê û hîn jî min fêm nekiriye*

Hevoka ewil, nizanim li gor çi demî hatiye ristin. Li gor wergera tirkî di dema hatî de tê nivîsîn. Lê di ya kurdî de çi qertaf û şêweyek dema hatî nîne. Herweha "ew dem " jî bi min lefzek xelet e.

Hevoka duyem, hinekî tê xwarin* ne xerab e* lê bo taliya wê "ramûsîne" bes e. Hewceyî qertafa "bi" nake.

Nîşe: ez rêziman filan nizanim. Min fikrên xwe vegot.



26.05.2021 10:27 | tîrêj zana 21

1047. ez gelek spasdarim bo nivîs û peşnîyarên we hevalên min, zehf Râzî me



26.05.2021 13:27 | doesntmatter

1048. Gelo rêveberek nikare mijara cer sererast bike? Yên têkildarî cêr bila li binê wê were veguhastin. Yên têkildarî (vîda) bila li binê wê bimînin.



27.05.2021 21:41 | tîrêj zana 21

1049. @tîrêj zana 21, min peyamên di cerê de beraliyî mijara cêrê kir *, yanî herdû bûn yek.

wekî din êdî pewiste ku ji bo cerê mijar dîsa werê vekirin....



27.05.2021 22:43 ~22:44 | merwano

1050. @merwano,

Hop, bîne sêra berê* bavo mijara nû venabe. Pêl wê dkkim diçe cêrê. Hinek li hev ket



27.05.2021 22:48 | tîrêj zana 21

1051. @tîrêj zana 21, mixabin ji ber ku min beralî kir wisa bû, êdî tam tevlîhev bû *
ka ez ji patron bipirsimಥ_ಥ



27.05.2021 23:01 | merwano

1052. Scrîpta moda tarî amade ye.
(bnr: tampermonkey);

Here lînkê



29.05.2021 22:57 | heval.js

1053. ka xêra xwe bikin yek: (bnr: kovara kurdeçîrok) û (bnr: kurdeçîrok)



06.06.2021 15:58 | asîmanê sêwî

1054. @ asîmanê sêwî temam e.



06.06.2021 19:13 | merwano

1055. Hinek gotin hene li ba min ne helbest in , ne biwêj in ne jî wek gotinê pêşiyan e min tê dernexist gelo hûn binêrin ewana ber bi çi kategoriyêne?

Dayê dema ku mesele dibe derdê jina ew gotinê dike :
Dê û dot, li hev rûniştin
Giliyê xwe kirin, gazincê xwe hîştin
Miriyê mezela rabûn, kefenê xwe serê xwe werdan, qûn rûniştin

Qûn rûniştin : xwar rûniştin, rûniştinek bê rehetî

Dayê dema qala bêxêrbûna birayê xwe dike, ji biyanîbûna wan dilê wê dimîne ew gotinê dibêje:

Ez çûm mala kekê,
Min pişta xwe da sitûna qilîçekê
Mala dê û bavê meriya lê tinne bi
Çima sar e wa mîna mala xelkê


Dayê dema ku tiştekî nikare eşkere bike wek eşkerekirin di wê demê de encamê xirab tîne, dibe raweste bo eşkere kirinê vê gotinê dike:

Manga sorê bira min te bifrota, eyb û udrê te bigota
Mange: çêlek

Dayê dema ku ji qederê bêzar dibe, ji rewşê re giliyan dike ew gotinê dibêji:
çima wê berfê bibare, çima wê destê bicemidi?

Belê hemû min ji dayê bihîstiye û nizanim vana li bin kîjan mijarê binivîsim. Gelo hûn çi dibêjin



10.06.2021 12:22 ~12:24 | navîgiranmezelîwêran

1056. ji raya giştî re! *

helawno, pîştî min ev peyam dît pêşnîyarîyên nivîsên kurdî ji bo dawetnameyê/87464
pirsek di nava mêjiyê min de lotika tavêjê.
gelo zêr û pereyên ku di dawetê de bi bûk û zava ve dikin, mesrefê dawetê derdixin? *

nîşê: hê ji daweta min re mayîye, hema wilo min pirsî¯\_(ツ)_/¯



11.06.2021 20:57 ~20:58 | merwano

1057. Silav! gelo kesek li ser github çalak heye? an li wir kar mar bi rê ve biriye qe?



16.06.2021 18:59 | cyaxares

1058. gelo moderatorek heye ku dest bavêje rewşa tirşikê? çend nivîskar dîsa formatê xerap kirin mixabin, spas



23.06.2021 13:37 | doesntmatter

1059. Biborin:/



23.06.2021 13:40 | navîgiranmezelîwêran

1060. @doenntmatter naxwazim dilê nivîskaran bihêlim ji ber ku kesê dinivîsin kêm in lê rewş ne bi dilê min e jî.
Ger wisa berdewam bikin, peyamê wan li gorî ku daxwaza jêbirinê û hwd. zêde bibin, wê peyamê wan yê dêrî formatê wê bên jê birin.



23.06.2021 14:07 | merwano

1061. gelo mero çawa binnivîsa filman çê dike bi kurdî?
dilê min û vergera braking bad heye .
bi xêra xwe videok bo fêr bûne an nivîsek xweş binivîsin ku têgihêm.



24.06.2021 19:54 | shwinsherm

1062. Here lînkê



24.06.2021 20:33 | heval.js

1063. @shwinsherm
(bnr: fîlm çawa têne wergerandin)
(bnr: wergera binnivîsan)



24.06.2021 20:37 | merwano

1064. Gelî hevalan, li tirşikê blok kirin peyamê taybet ji holê radike?



01.07.2021 08:21 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku nikarin bixwînin
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî