Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 72 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(411) (68) (124)
di mijarê de bigere

1375. tirşik forûm/142901 niha vedibe..



14.09.2023 11:32 | mergehez

1376. gelo fonksiyona lêgerînê ya tirşikê çima hate xerakirin?
em tîpek bi çewtî ve mezin an hin tîpan bê şewqe dinivîsin encamên rast dernakevin.
bo çi?



19.09.2023 20:44 ~20:45 | ciwanzêr

1377. tirşik forûm/142994 niha dixebite

di danegeha tirşikê de guhertinan dikim. lewma ku we pirsgirêkek dît, ji kerema xwe re ji min re peyameke taybet bişînin an jî li vê mijarê binivîsînin.



21.09.2023 13:33 | mergehez

1378. wextên peyaman çewt xuya dike.
Here lînkê



01.10.2023 17:06 | ciwanzêr

1379. silav.
gelo stran an helbestên kurdî ku eleqedarî peyva 'zehra' hene?
sipas.*



19.10.2023 22:54 ~23:00 | ciwanzêr


1381. @mergehez,
sipas. a rastî min li malperên te de lêgerîn kiribû lê haya min bi lêgerîna berfireh tine bû. destxweş te re. û dixwazim tiştek bêjim scammer-an aliya şiroveyan ya malperê dagir kirine.*



30.10.2023 16:13 | ciwanzêr

1382. Hevalno ji bo polîsan tirk dibêjin 'aynasız' û Emrîkan jî dibêjin '12'. Bi kurdî ji bo mîna wan Peyvan dikarin bêjin çi?

Bêeynik heye Lê ji bilî vê gotinê yek din heye?



02.11.2023 18:06 ~20:30 | horhorik

1383. tirşik forûm/143524 li navenda Wanê dibêjinê qilor.



02.11.2023 23:39 ~2023.11.06 18:22 | pêşewa

1384. @pêşewa gelekî spas*



03.11.2023 08:24 | horhorik

1385. ger li ser sistemê zimanê perwerdehiya beşekê bi tirkî be, êdî ji bo xwendekarên wê beşê nivîsandina tezên "bi zimanekê xeynî tirkî" îro bi biryara lijneya xwendina bilind (yök) ve hat qedexekirin.



19.11.2023 00:56 ~01:13 | tizbîkêş

1386. Hevalekê tirşikvan dixwaze li ser ekşiyê mijareke veke bi vî awayî: Yaran tirşikvan entryleri.

Hûn li ser vê yekê çi difikirin û peyamên me yên wusa xweş hene?

(Ew kes ne ez im û ekşiyê jî BIKARNAÎNIm. Heval naxwaze navê xwe bêje)



21.01.2024 13:36 ~13:37 | horhorik

1387. Eman û eman sed carî eman teqez tiştek wiha ne ceribînin û di hişê xwede jî derbasnekin ne fikirin jî *

+70
Ka ez meseleyek tiro viro ji were bibêjêm rojek kevaniya malbatekî shorbe çê dike jiber carek shorbe çêdike em jêre nabêjin shorbevan em bibêjin kevanî haydê bira kewhanîbe bila ne shorbevan be çi nav bi we xweşe bira ew be * tîne ser sifrê dema dadigire dirêje.. an êdî bi awihayekî dirêje.. malxweyê malê jî yanî bavên zarokan diya wan dikişîne nav ciya.. di wê demêde zarokek wan wan di ser hevde dibîne pepûk û qarqarok helbet mafê wîye bi pirse pirs dike dibêje belqitîno hun çi dikin bavê wan jî tiştek nayê hişê wî dibêje ji ber shorbê rêtiye ez wê ceza dikim.. rojek dîsa şorbe çêdikin zarokê wan yê wan dibinhevda di qefile dibêje eman ha kes shorbe nerêje yê shorbe birêje bavo di wan dine.. li ser meselê min jî shorbe rêt ferhenga şikestî limin hate xezebê qet nebe hûn xetayek wisa nekin.
Min mijarek bi vî rengî vekir
(bnr: tiştê meriv pê ji kena diqelişe)
Wî jî got tiştek wisa hebe ew jî eve *
(bnr: peyamên ku mirov ji kena zikopişto dikin)
Êdî min şermî û rezîlê full alemînê kir
Dibin van mijarande hûn vê mijarê nebînin jî li peyamê rojê û hefteya an sedsala tirşikê binihêrin hunê bibînin
(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)

Herwiha meriv dikare mijarên bi vî rengî û bi rengê bûka baranê jî veke ti pirsgirêk tune jixwe tirşik jiber ekşi sözlük ê hatiye girtin û dizîn yanî koka wî herame helbet wan hewqas ji çand û hunera kurdî dizîne aqil jî jime dizîne * em çikas bidizin jî hê ew helal nabin nakebe berhev ka xwedê bi zanibe wan ji ku perçe perçe dizîne biheva pînekirine werhasil caîze mubahe *



22.01.2024 12:30 | shorbevan

1388. hevalno,
gelo kîjan peyv koka yê din e?
-cemed
-cemidîn



30.01.2024 14:26 | ciwanzêr

1389. her du peyv jî ji heman kokê tên.
cemed navdêr e cemidîn lêker e.



30.01.2024 14:41 ~14:41 | ferhenga şikestî

1390. tirşik forûm/144020 cemidîn ji cemedê tê ew jî ji erebîyê tê.



31.01.2024 08:37 | keyomerd

1391. Ez nikarim fîlman bar bikim. Rûpel Error dide. Tenê ez wê xeletîyê dibînim an ji sîstemê ye?



12.02.2024 22:55 | çaya germ

1392. tirşik forûm/144136 li ba min dixebite, tu bi lînka imdbyê dişînî yan navê fîlmî dinivîsî?



13.02.2024 01:39 | keyomerd

1393. Navê wê dinivîsim



13.02.2024 02:00 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku meriv dike nake nikare di vbnr û bnr yan de navê wana rast binvîse
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî