Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

1180. Alîkariya min bi wergera van Peyvan heye:

Music player
Play
Playlist

Lêdera muzîkê
Lêde
Rêzoka lêdanan

Vêxînera muzîkê
Vêxe
Rêzoka vêxistinan

Lîstikkera mûzîkê
Bilîze
Rêzoka lîstikan

Wekî din?????



23.10.2021 19:01 | cyaxares

1181. @cyaxeres yên yekem çêtir in bi min. lê ji devla rêzoka lêdanan rêzoka stranan çêtir e.

û wekî din jkx navê vê mijarê (bnr: gundê alûca) bikin (alûca)



23.10.2021 21:16 | keyomerd

1182. @keyomerd spas



24.10.2021 01:54 | cyaxares

1183. @cyaxares, li ser radyoya tirşikê em weke lêde (play) bikar tinin. Lêder/lêde baştir e.
@keyomerd, navê mijarê hat gûhartin.



24.10.2021 09:52 | cinorek

1184. @cinorek min fêm kir spas jixwe min jî di wergerê da lêde bi kar dianî min got dîsa pir bikim



24.10.2021 14:41 ~14:42 | cyaxares

1185. eger berê hatibe nîqaş kirin min biborin. pêşniyara min eve ku di frame a çepê de ne mijarên 24 saetan, herî kêm mijarên 48 saetên dawîn an jî bila hejmarek sabît be û wekî mînak 40 mijarên nû divê bêne nîşan dan. a niha 2 mijar xuya dibin. wiha hîsa valahî û bêdengiyê dide bikarhêneran. ger di têketinê de zêdetir mijar bêne dîtin, asta peyam nivîsandina li mijaran jî wê zêdetir bibe.



27.10.2021 14:00 ~22:39 | xidiran

1186. @xidiran min jî ew pêşniyar kiribû ku şûna 24 saetan mijarên heftê bên sabît kirin.
Lê rêweberiya tirşikê razî nebû.



27.10.2021 16:03 | cinorek

1187. Ez jî tevlî fikrê di vê peyamê: tirşik forûm/137461 de dibim. Tiştên bi zahmetî tên nivîsîn pir zû wenda dibin yaw. Bila Demeke din jî li ber çavan bin baştir e li gorî min.



27.10.2021 17:17 | xabûrî

1188. Ez jî wek heval @xidiran dihizirim û xebera te ye @xabûrî... Bila xwedîyê tirşikê (bnr: simurg56) dengê me bike û vê meselê safî bike ..



27.10.2021 17:53 | pîroz

1189. @cinorek ê madem rêveberî naxwaze tirşik şên û geş be, kêfa wan e.



27.10.2021 19:57 | xidiran

1190. êdî enerjîya berê nemaye. ev dewlet wisa kiriye ku ji xeynî fikirîna debara xwe, tiştekî nekin. ne kêf ne coş ne tiştek. Êdî kurdî di jiyana min de cihek gelek biçûk digre. berîya vê 7 sala û îro didim berhev, mirovekî wekî min ê kurdîhez êdî nikare rojê saetek bide kurdî.

Di vê pêşnîyarê de ez heq didim nivîskarên jorê. Dema em sernivîsek dibînin û ger li gorî zanîna me be em jî tên sê çar tiştan ditirşikînin. Bila qistasa xuya bûna mijarên dawîn biguhere û bila sînor 40be. ji 40î hindiktir mijar xuya nekin



27.10.2021 20:07 | pênûsa westiyayî

1191. Ger bênamûsek ji ekşî sozlukê were û çav li vî halê tirşikê bike, wê here li ekşiyê têr henekê xwe bi vî halê kambax bike. Dê bêje " 50 milyon kurd nikarin ferhengekî aktîf bikin û ji loma dixwazin peyamên kevn jî xwuya bikin". Mixabin rewş ev e. Tirşika me sar bûye, nîvaskarên kevn rêya vir ji bîra kirine, çomez newêrin lê binivîsin, moderator deng û bas ji wan dernayê....

Lê pêşniyara ku dibêje bila mijarên çend roja li milê çepê xwuya bike, baş e. Carna mijar pir kêm dibin û heya caran dibe sifir. Wê demê mirov nizane bê ka rojev çiye an tiştek nayê bîra mirov da binivîse.


Wekî din, li ser xalîbûna tirşikê divê lêkolînên berfireh werin kirin û bi tîmek nû yê moderator û edîtorên aktîf, pêngavek nû were avêtin. Xalîbûn û bêdengî li tişikê nayê. Lazime bi ser hemdê xwe vegere û bigihêje qalîteya xwe. Hêviya min ji rêveberiyê guh bide van daxwaza û serdemek nu ji tirşikê re ava bikin.



27.10.2021 20:21 | tîrêj zana 21

1192. pêşniyara @xidiran di cî de ye. ev yek ji pirsgrêka herî mezin a tirşîkê ye.

"rêveberiya tirşikê razî nebû." ka çi bêjim... bila bijîn beg û axayên me yên dîjîtal.

tirşik wekî wikipedia kurdî, wîkîferheng an jî kurdî kirina ya google translate ê di ava bûna hişê dîjîtal a kurdî de projeyeke stratejîk e. ji ber vê yekê jî divê biryar bi awayekî kolektîf bêne girtin.



27.10.2021 20:30 | şûjin

1193. Pêşniyara ji peyam=137461 gelekî baş, divê werê nirxandin



27.10.2021 20:44 | cyaxares

1194. "alozîyên jîyanê bi vexepartina kitekitên efsanewî ve zelal û rave dike."

hevalno vexepartin çi ye min li ferhengan venedozî



05.11.2021 16:02 | keyomerd

1195. Gelo kes dizane çima kurmancî di kodkirinê zimanan de wek kmr hatiye naskirin?
Her wiha ckb?
Û sdh?



05.11.2021 18:15 ~19:52 | cyaxares

1196. kurmanci di standartên iso'yê de wek ku an kur tê nasin.
Here lînkê



05.11.2021 18:38 ~18:39 | heval.js

1197. Bo zaravayan pirs dikim ne unite code for Kurdish dazanim ISO639. Ku navê kurte ye bo kurdî, ya dirêj kur,
Ser navê kmr, ckb, sdh pirs dikim,



05.11.2021 19:35 ~19:35 | cyaxares

1198. @keyomerd vexepartin mîna vekolandin e. ango herdu jî wateya hûrnêrîn û tetkîkê didin. xepartin û kolandin weke kokên vexepartin û vekolandinê, têkiliya wan bi çandiniyê ve heye.



05.11.2021 20:06 ~20:08 | ezcan

1199. @ezcan mala te ava. niha min li wîkîyê wek vexepirandinê dît bi heman wateyê. wekî din jî eve ji şkeftên haydrahodahosê bû dîsa spas bo pêşnîyazê *



05.11.2021 21:30 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik forûm
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî