Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 55 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

1200. hevalno gava mirov dibêje "wisa bibîya...". "bibîya" yanî ev daçeka "îya " çawa tê bikar anîn?



06.11.2021 23:44 | heval.js

1201. @heval.js bawer im tu qala bibûyayê dikî. qertaf -aya ye lê dema dawîya peyvê û û a be dibe -ya (biçûya). ku dawîya peyvê dengdêreka din be jî dibe -yaya (banîyaya, bizanîyaya). heman tişt ji bo -ama û -ana'yê jî dibin. herweha eve qertafeka standardnekirî ye loma jî gelek guhertoyên wê hene (bibûma, bibûyama, bibûmaya...).



07.11.2021 01:05 | keyomerd

1202. min ê mijara kompleksa oedipus beralîyî mijara girêcana oîdîpûsî bikiraya lê çênebû û peyamên mijara kompleksa oedipus wenda bûn moderatorek dişê rast bike?



13.11.2021 14:53 | keyomerd

1203. @keyomerd mixabin moderetor nikarin sererast bikin, tenê Simurg56 dikare.



13.11.2021 17:21 | merwano

1204. birînê kûr e kew lê nayê lê ber destê vê şev nîvê şevê ancax simurg56 dikare were merhemekî çêke ji bîrîna mala bavê min ra ji dara zeytê şîrê teyrê baz î *



13.11.2021 23:39 | bûtîmar

1205. aha ji te re reşşik.



14.11.2021 00:06 | heval.js

1206. hevalno silav, pirsekî min heye, amade bin*:

di tirkî de mirov ji kesên giring re nîşan dana hurmeta xwe li dewsa "sen"(tu) dibêjin "siz"(hûn).

li kurdî jî tiştekî wisa heye?



14.11.2021 22:39 | heval.js

1207. @heval.js eve taybetmendîyeka zimanên ewropayî ye û turkan jî ji wan wergirtîye. mixabin soran jî çav li wan ketine lê di kurdîyê de tiştekî wa tune ye.



14.11.2021 23:53 | keyomerd

1208. di rûpela xerhati.php de peyamên tesadûfî derdikevin. ev peyaman li gorî çi tên hilbijarin?



16.11.2021 22:16 | heval.js

1209. hevalên li tirkiyê ka ji vê lînka e-devletê mêze bikin alîkariya pandemiyê ji bo we û endamên malbatê, hatiye terxankirin yan na? Here lînkê



17.11.2021 05:04 | ezcan

1210. tehma tiştekî nemaye



18.11.2021 21:22 | doesntmatter

1211. ger tu bêhn jî nastînî bibe testê koronayê*



18.11.2021 21:31 | heval.js

1212. hevalno ez dixwazim mijarê kurdîya house starkê vêkim. lê çawa be? tirkîya wî stark hanesi ye. malbata stark, xanîya stark an tiştekî din?



20.11.2021 21:49 | heval.js

1213. @heval.js xanedana starkan



20.11.2021 22:16 | keyomerd

1214. sipas. gelo ev dibe "xanedana stark" an "xanedana stark'an" ? deçeka -an ya girêdayî xweş nayê xûyayê...



20.11.2021 22:51 | heval.js

1215. ji ber ku ravek e stark mecbûr divê bitewe tenê nabe



21.11.2021 00:23 | keyomerd

1216. Edîtorek bi xêra xwe kare mijara gûlok li gulok biguhrîne. Wê demê min şaş nivîsiye.



23.11.2021 00:40 | tîrêj zana 21

1217. @tîrêj zana çêbû



23.11.2021 08:10 | keyomerd

1218. @keyomerd

(bnr: feylesof phisologia) >> (bnr: feylesof philosophia)

Ji kerema xwe



25.11.2021 01:38 | tîrêj zana 21

1219. hobiyên ku bi xêra koronayê min dest pê kirine oo gulê hatiye ji me re nivîsek têr û tujî aniye.Ez jî bo nebatên wê berxweketim û min ev nivîs dît.Hevî dikim nebatên te nemirin/pûç nebin; Here lînkê



25.11.2021 11:40 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye?
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî