688. @bayesar, |
|
26.01.2020 23:10 |
simurg56
|
689. divê her kes ji bo ku tirşik di nav xelkê de berbelavtir bibe bala xwe bide vê mijarê |
|
27.01.2020 21:40 |
lehî baranyan
|
690. Ew çi sabotaj e? Lînkên di vî peyamê da netikînin hevalno! mişk û mirov/117096 ez poşman bûm. Got "dibe ku agahîyên te yên di vê telefonê da dizî be" |
|
03.02.2020 23:43 |
mirovekirind
|
691. https://epirtukenkurdi.blogspot.com/ ev , ew girêdank e. |
|
04.02.2020 00:48 |
brzn
|
692. Qey we di jiyana xwe de qet reklam nedît? Sabotaj çi ye îca. Tobe tobe. Min sererast kir. Reklam ji me re heram bû. Lê di blogê de reklam hêj jî hene. Hay ji xwe hebin an jî ji xwe re adblock daxînin. |
|
04.02.2020 01:41 |
serfiraz hêvî
|
693. Yaho di dawiya vîdyoyê de stranek heye ku kêlîka xanim têkeve stranê vîdyo bi dawî dibe. Ez gelek geriyam lê min tiştek nedît. Ka hela dest bavêjin kujê vî karî * |
|
04.02.2020 02:03 |
rizgarm
|
694. rizgarm , gelo behsa vî dikî |
|
04.02.2020 05:33 |
brzn
|
696. pêşnîyar Divê li ser malpera tirşikê , li milê rastê rûpelê tiştên kêrhatî hebin. |
|
07.02.2020 16:05 |
brzn
|
697. Hevalno, dilê min heye pirtukeke rêzimanî bistînim ji bo rastnivîsê lê belê her ro du ro rêzik mêzika digûherînin û hindek kes li gor serê xwe rêzikan derdixin ,ji ber wê min xwest ji we bipirsim gelo ya herî rast kîjan pirtuk e? An go hûn li gor kîjanê dinivîsin ? Bi xêra dê û bavê xwe pêşnîyarîyan bikin ku ez fêrî rêzikên xelet û şaş nebim . |
|
23.02.2020 00:18 |
tîrêj zana 21
|
698. Vê êvarê hevalê min ji min tiştek pirsî lê min dernexist û yekser hûn hatin bîra min * digot berê diçûn çolê û bi xwe re kîsê avê dibirin ku ji postê heywana çêdibû de ka bêje jê re digotin çi? Û ez lal bûm min nikarîbû bersiv bida. Gelo navekî wê yê taybet heye? |
|
06.03.2020 21:59 |
rizgarm
|
699. @rizgarm du tişt hatin bîra min yek dewl bêtir ji bo kêşana ava bîran tê bikaranîn, ji çerm tê çêkirin. yek jî meşk ew jî bêhtir ji bo keyandina mast û çêkirina dew tê bikaranîn lê ji bo avê jî bikar tînin. dîsa ew jî ji çerm çêdibe. |
|
06.03.2020 23:48 |
endazer
|
700. Ez bawerim peyva dewl nêzîktir e. Sipasdar im kak @endazer |
|
07.03.2020 00:14 |
rizgarm
|
701. Gelo navdarên kurd qet dikevine vir bo ku mîjar derbarê wan de hatiye nivîsandin an na ? |
|
07.03.2020 23:21 |
brzn
|
702. Van roja tiştek bi tirşikê hatiye , dema pêl bişkojkekî dikim qodên malperê dertên û rupela tirşikê venabe ,niza yê we jî wiha dibe? Yan pirsgirêk di bihîstoka min de heye? |
|
07.03.2020 23:33 |
tîrêj zana 21
|
703. ez yeqîn nakim ku mehvanek bikeve malperê berê xwe bide milê çepê û xwesteka şopandin an jî endambûna tirşik.net'Ê lê peyda bibe. tiştek ser mêjûya malperê nabêjim lê van heftîyên dawî de dibînim entryên hêjayî xwendinê li gor rêjeya giştî hindik dimênin. bi vî şeklî domandin û rêvebirin nîşana yek ji sedemên bingehîn ên bêdengîya malperê dike. dîsa jÎ herkes bi keyfa xwe ye. |
|
08.03.2020 08:08 |
hespêsor
|
704. Di tirşikê bi şaşitî destê mirov dere ser reşikê hew tê vegerandin. Divê ev yek were sererast kirin. Bila heval li qisûrê nenihêre min kir nekir xopanê rast nabe, divê bişkojka ez poşman bûm,bi şaşitî bû jî hebûya. |
|
09.03.2020 14:23 |
tîrêj zana 21
|
705. Li tirşikê bûtona "poşman bibe" heye ji xwe. Eger tu têkeve panelê li wir vebijêrka "reşikên min dayî" heye û ji wir tu dikare reşika xwe betal bike. |
|
09.03.2020 18:03 |
biaqila malê
|
706. Malî ava ,min reşikê sererast kir. Haya min qet ji wê derê tûne bû ez bi wê jî hesiyam. |
|
09.03.2020 20:30 |
tîrêj zana 21
|
707. Hevalno min çend meh berê li ser youtubeê ji xanimekî ji rojavaya kurdistanê dersên kurdî temaşe dikir niha lê digerim lê min navê wê ji bîr kiriye û nabînim. Gelo heger tiştekê wiha tê bîra we an hûn zanin karin alîkar bin? |
|
20.03.2020 21:32 |
rizgarm
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |